Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkiyê Zîndankirina Tekane ya Rojnamevanekî Almanî Bidawî Tîne


Deniz Yucel, peymanêrê "Die Welt" yê girtî li Tirkiyê
Deniz Yucel, peymanêrê "Die Welt" yê girtî li Tirkiyê

Hikûmeta Almanya pêşwazî li biryareka Tirkiyê kir ya li dor bidawîanîna zîndankirina tekane ya peyamnêrê rojnameyeka Almanî ku, ev çend mehin girtiye û bi sîxuriyê hatiye tawanbarkirin.

Lê Almanya daxwaza xwe dubare dike ku, ew û hin kesên din li ser bingehên siyasî hatine girtin, Berlin dixwaze ew kes serbest bên berdan.

Peyvdarê hikûmeta Almanya Steffen Seibert îro Duşemê got, çakirina rewşa girtina Deniz Yucel ”ew gaveke biçûk e…lê ew tiştekî naguhêre di derbarê daxwaza Almaya ku, her welatiyekî Almanî li Tirkiyê bê bingehek durist hatibe girtin bihê berdan”

Yucel, rojnamevanê Tirk-Alman ku, ji bo Rojnameya "Die Welt" kar dike, ew di 14ê meha şibatê de hat bû girtin. Desthilatdarên Tirkiyê wî bi propaganda bo terorîstan û gurkirina kînê û her wiha sîxuriyê tawanbar dikin, lê Yucel van hemî tawanbariyan red dike.

Ew yeke ji neh kesên Alman ku, wezareta derve ya Almanya dibêje ew li Tirkiyê bi tawanên siyasî hatine girtin.

XS
SM
MD
LG