Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dîplomatekî Alman bi Rojnamevanê Girtî Denîz Yucel re Hevdîtin Çêkir


Denîz Yucel
Denîz Yucel

Wezareta Derve ya Almanya dibêje, dîplomatekî Alman dikarîbû Denîz Yucel, rojnamevanekî Alman ku li Tirkîyê girtî ye, zîyaret bikira.

Berdevkê Wezareta Derve ya Almanya Martin Schaefer da zanîn ku konsulê giştî yê Alman Georg Birgelein roja Pêncşemê, dora 80 deqe ligel nûçegîhanê rojnameya Die Welt Yucel peyîvî.

Yucel di destpêka salê de, bi heceta ku propogandaya terorê û belavkirina kîndarî hatibû girtin, lê Yucel wan îdayan bi tundî red dike. Hikûmeta Alman bi fermî daxwaza serbestkirina Yucel kiribû.

Schaefer bi berdewamî da zanîn ku wan heta niha ti agahî ji rojnamevana din ya Alman Mesale Tolu, ku ew jî li Tirkîyê girtî ye, nestandine.

Schaefer bi bîr anî ku Tolu ya 33 salî ye û hemwelatîya Alman y bi eslê xwe ji Tirkîyê ye û ew çend heftê berî hatiye girtin.

Hêjayî balkişandinê ye ku bi dehan rojnamevan li Tirkîyê girtî ne û ew hejmar piştî hewila darbeya leşkerî ya sala borî pirtir bûye.

XS
SM
MD
LG