Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Parlamana Danîmarkî Naskirina Dewleta Filîstînê Red Kir


Parlamana Danîmarka îro Sêşemê pêşnîyara naskirina dewleta Filîstînê red kir, bi sedema ku şertên naskirinê yên pêdivî hîn pêk nehatine.

Çar partîyên çepgir yên Danîmarkî pêşnivîsa naskirina dewleta Filîstînê anîbû pêş parlamanê.

Ji alîyê din ve, Îsraîlê berteke tund da Îspanya, Îrlanda û Norwêcê ku îro dewleta Filîstînê bi fermî nas kirin.

Her sê dewletan got ku ew hêvî dikin ku biryara wan ya naskirina dewleta Filîstînê, alîkarîya pêkanîna agirbesteke li Gaza bike.

"Me dixwest di dawîya pêvajoya aştîyê de Fîlîstînê nas bikin. Lê, jibo ku em hêvîya aştîyê zindî bihêlin, me bi Îspanya û Norwêcê ev gav avêt," Serokwezîrê Îrlandî Simon Harris got.

Bi naskirinên îro, 146 ji 193 welatên endamên Neteweyên Yekbûyî (NY) êdî dewleta Filîstînê bi fermî nas dikin.

Jêder: AFP

XS
SM
MD
LG