Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Danîmarka Piştî Çalakîyên Dijî Quranê Tedbîrên li Sînoran Dirêj Dike


Wezareta Dadê ya Danîmarka îro Çarşemê ragihand ku ewê tedbîrên berfireh yên ser kontrola li sînor dirêj bike.

Danîmarka piştî çalakîyên wek şewitandina Quranê, 3’ê Tebaxê kontrola li sînor berfireh kiribû.

Ew kontrola berfireh ya jibo hefteyekê bi daxuyanîya îro heta 17’ê Tebaxê hat dirêj kirin.

Swêd û Danîmarka, piştî bertekên li welatên Misilman biryar dan ku tedbîrên xwe berfireh bikin.

Wezîrê Dadê yê Danîmarka Peter Hummelgaard dîyar kir ku çalakîyên jibo şewitandin Quranê bandor li asta gefan kiriye.

Hummelgard got ku jiber rewşa cidî ew mecbûr mane ku jibo kontrola li sînor wisa tevbigerin.

Karbidestên Danîmarka û Swêdê hewil didin ku bi berevanîya azadîya beyanê çalakîyên dijî Quranê sînordar bikin.

Jêder: AFP

XS
SM
MD
LG