Wezîrê Berevanî yê Danîmarka Troels Lund îro Sêşemê got ku ewê alîkarîyeke 1,7 mîlyar kronî (250 mîlyon dolar) bidin Ukrayna.
Lund dîyar kir ku alîkarîyê wê hem kelûpelên leşkerî be hem jî diravî be.
Wî bi berdewamî got ku Danîmarka dê ji serê 2024’an pê ve hejmara leşkerên xwe yên li Îraqê kêmtir bike.
Li gor ragihandina Lund, Danîmarka dê bala xwe bide ser berevanîya welatên Baltik.
Wezîrê Danîmarkî dîyar kir ku ewê pêşnîyarî NATO bikin ku yekîneyeke wan berevanîya herêma Baltik bike.
Çaverê ye ew yekîne ji 700 heta 1,200 leşkeran çêbe û li Letonya were bi cîh kirin.
Jêder: AFP