Danîmarka îro Sêşemê ragihand ku wê dest bi perwerdekirina pîlotên Ukraynî kiriye.
Li gor ragihandina Danîmarka, niha 8 pîlotên Ukraynî jibo karanîna firokên F-16 têne perwerde kirin.
Holanda û Danîmarka pêr Yekşemê eşkere kiribûn ku ewê dijî dagirkerîya Rûsya firokên F-16 bidin Ukrayna.
Xêncî 8 pîlotan, 65 xebatkarên din jî dê jibo karên teknîk yên firokan werin perwerde kirin.
Ew pîlot û teknîker li bingeha leşkerî ya Skrydstrupê perwerdeyê dibînin.
Seromarê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy do Duşemê dîyar kiribû ku Yunanistan jî dê pîlotên wan jibo karanîna firokên F-16 perwerde bike.
Danîmarka dê 19 firokan bide Ukrayna û çaverê ye 6 firokên pêşî di sersalê de bikevin destê Kîevê.
Jêder: Reuters