Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dr. Aram Hesen: Huner Neynika Derûniya Mirovan E


Huner herdem bi xeyal û derûniya mirvoan ve girêdayî ye, ji ber wê şêwaza derbirînî ya yekem ji mirovan re huner bû çi bi deng yan hî bi nîgarkêşiyê, wek wêne û nîgarên di şikeftan de berî hezarên salan ew yekê diyar dikin. Sigmund Freud ji kesên pêşên bû ku huner bi derûniyê ve girêda û got ku huner ew tiştên raz û veşartî di nava mirovan de rîne derê û şîrove dike, ji ber wê Dr. Aram Hesen, textorê derûniyê li Holenda, şêwazek hunerî bikar tîne bo alîkariya kesên di nav şer û cengê de jiyane û êşa wê dikşînin.

Dr. Aram li bajarê Hesekê ji dayik bûye.

Di sala 1993an li Holenda bi cî bûye wekû penaber û li wir xwendina xwe qedan û dest bi karê textoriya derûniyê kiriye.

Ji ber şerê sûriyê û êrîşên li ser herêmên kurdî li Iraq û Sûriyê ji aliyê DAIŞve, wî dest bi xebatên bê hempa kir bo alîkariya xelkên qurbaniyên şer û kesên ku ji wan bûyeran rizgar bûne û navenda xwe ya bi navê COTEAM vekirye.

Ew hunerê bikar tîne bo alîkariya qurbaniyên tundûtijiyê bike û wan ji tirs û fobiya rizgar bike, ku bi rêka hunerê xwe bêtir didin şîrovekirin û tiştên di nava xwe de zelal dikin.

Ev xebatên wî bal kişandiye û nuha hewildan heye ku ev serbor û xebat bigihêje herêmên kurdî û li wir navend vebin bi awayek pispor.

please wait

No media source currently available

0:00 0:20:38 0:00


XS
SM
MD
LG