Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkiye: Piştî Sê Salan ji Derbeya Leşkerî


Racî Bilicî û Aydin Dere
Racî Bilicî û Aydin Dere

Roja 15î Tîrmeha sala 2016an hewildana derbaeya leşkerî li Tirkiyê pêkhat, dewleta Tirk li bîranîna siyan ya derbeyê çalakiyên nivêj û dûayan bo qurbaniyên derbeyê pêk anîn.

Ji encama derbeyê bi10an hezar kes hatine girtin û ji ser kar hatine derxistin, karbidestên Tirkiyê û Serokomarê wî welatî her tim, Fethullah Gulen, ku berê hevalbendê Erdogan bû, wek rêberê hewildana derbeyê ya roja 15î Tîrmeha sala 2016’an sucdar dibîne. Fetullah Gulen kesayetiyek oldar yê Tirke li Amerîka dijî.

Derbeya 15 Tirmehê hikûmeta Erdogan armanc girtbû, nêzî 251 kes hatbûn kuştin û 2,200 kes jî birîndar bûbûn, derbekaran dema derbe pêkanî, bi tankan û firokan êrîşî avahiyê parlamen û hin saziyên dewletê kir bûn.

Piştî sê salan ji derbeyê rewşa Tirkiyê ya aborî, navxweyî û derve di çi rewş de ye? Kesên hatine girtin û desteser kirin çawan tên dadgehkirin û dadgehkirina wan dê çend dirêj bibe û çawan bidawî bibin?

Hêzên opozisyon di sêyemîn salvegera derbeyê de çi dibêjin û çi projeyên guherînê hene? Ev pirs û mijara hewildana derbeya leşkerî di salvegera siyan de bi mêhvanên bernama Hest û Helwest re hat gotûbêj kirin.

Mêhvanên bernamê berêz Racî Bilicî, Reveberê Komela Mafên Mirov IHDê şaxa Diyarbekir, Amedê, û berêz Aydin Dere Şirovekar û Rojnamevan ji Îsvîçre-Swîsre.

Hest û Helwest 16 07 2019
please wait

No media source currently available

0:00 0:27:27 0:00

XS
SM
MD
LG