Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Buhabûn û Dorpêçê di Ramazanê de Barê Derbiderên Efrînî Girantir Kiriye


Hejarî, bêkarî û dorpêça rejîma Sûrî ji herêma Şehba re, hiştine ku bazara deverê di meha Ramazanê de sar bibe û tevgera kirîn û firotinê kêm be.

Di vê çarçovayê de derbiderên Efrînî yên ji cihwarê xwe hatine dûrxistin û li penageha Şehba dimînin, ji buhabûna nirxê hemû kelûpelan bi gazinc in.

Li bazarê buhaya medeyên xwarinê weke sebze û temwîn duqat bilind bûye û şewit (sotemenî) jî peyda nabe, loma barê derbideran giran bûye ku çawa pêdivîyên jîyanê peyda bikin.

Derbiderên Efrînî ne tenê ji buhabûnê bêzar in jiber ku kanîna kirînê li cem wan qels e û derameta wan lawaz e çimkî li derbiderbûnê tu mal û mulkê wan tunene.

Herwiha bi ser vê rewşa zehmet de rejîma Sûrî dever dorpêç kiriye û astengîyan li pêş derbazbûna kelûpel û alîkarîyê derdixe.

Hêjayî bîrxistinê ye ku pirtir ji 100 hezar derbiderên Efrînî li penageha Şehba dijîn. Ew jiber krîza aborî bi zehmetî dabara jîyana xwe dikin loma meha Ramazanê ku weke meha xêr û bereketê tê zanîn, bi ser wan re wiha derbaz nabe.

NR_04-18_2022_Bazar_Ramazan_Efrîn
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:31 0:00
XS
SM
MD
LG