Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Êrîşa Esmanî li Dêrezorê 21 Sivîl Kuştî


Arşîv: Balefira Rûsî ji cûrê "Sukhoi Su-34" dema Dêrezor bombebaran dike.
Arşîv: Balefira Rûsî ji cûrê "Sukhoi Su-34" dema Dêrezor bombebaran dike.

Roja Çarşemê di êrîşeka esmanî de li bajarokê Carza yê girêdayê parêzgeha Dêrezorê pêkhat, di êrîşê de 21 kes hatine kuştin dui nav kuştiyan de 9 jê zaro û 3 jin hene.

Ajansa AP li gûr çavkaniyên Çavdêrîya Sûrê bo Mafên Mirov "SOHR", ku bingeha wê ya sereke li London'ê dimîne radigihîne ku, li rojhilatê rûbarê Firat li bajarokê Carza firokên Rûsî êrîş pêkanîye û qetlîamek encamp daye, di êrîşê de 21 kesên sivîl hatine kuştin.

Weke SOHR dibêje, dibe hejmara kuştiyan zêde bibe jiber hejmara zêde ya birîndaran û birîna geleka ji wan ya girane, dîsan gelek kes dibe li jêr xerabe û kavilan de ma bin, weke SOHR dibêje.

Li gûr çavkaniyên "SOHR", ji 8î meha Mijdara bûrî heta dema pêkhatina êrîşa roja Çarşemê 6î meha Dîsemberê, 265 sivîl hatine kuştin, di nava kuştiyan de 74 zaro yên li jêr jiyê 18 salîyê hene, herwiha 46 welatiyên jin di nava kuştiyan de ne.

Herdem rejîma Sûrî û Rûsya bi encamdana êrîşên esmanê tên tawanbar kirin, dîsan hind caran firokên hevpeymanan bi serokatiya Amerîka jî bi êrîşên ser sivîlan tên tawanbar kirin.

XS
SM
MD
LG