Fermandarîya Giştî yê Meclîsa Leşkerî ya Dêrezorê, ku beşeke ji Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) e, da zanîn ku amadekarî jibo destpêkirina oprasyona rizgarkirina Dêrezorê bi dawî hat.
Fermandarê Meclîsa Leşkerî, Ebû Xewla ji Dengê Amerîka re piştrast kir ku operasyon dê di demeke nêzîk de destpê bike û ewê gelê xwe ji zilma DAIŞ û rejîma Esad rizgar bikin.
Derbarê gefên rejîmê ku ewê hemû axa Sûrî bixwe bin kontrola xwe, Ebû Xewla got ku rejîm û hevalbendên wê, nikarin şerê HSD'ê bikin.
“Ger em rastî êrîşeke werin, ji çi alîyê be, emê bersiva wê bidin û piştgirîya koalîsyonê ya ji me re jî baş e.”
Hêjayî bîrxistinê ye ku di hefteya borî de artêşa Sûrî û hevalbendên wê ji mîlîsên Hîzbullah û Îranî bi alîkarîya balafirên Rûsî ji milê başûrê bajêr ve giheştibûn Dêrezorê.
Niha HSD bi piştevanîya koalîsyonê ve, ji hêla bakurê Dêrezorê ve dest bi oprasyonê bike û tê pêşbînî kirin ku ew herêm bibe qada şerekî giran ya navbera hemû hêzan.