Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Peqîneke Xwekujî de Rojnamevan Dilîşan Îbiş û 40 Kesên Din Jîyana Xwe ji Dest Dan


DAIŞ’ê roja Pênçşemê seet 6 êvarê du trombêlên bombebarkirî li gundê Ebûfas li navçeya Dêrezorê peqand.

Berdevkê Heyva Sor a Kurdî Kemal Dirbas ji Dengê Amerîka re ragihand ku di encama peqînê de 40 kes jîyana xwe ji dest dan û 100 kesên din jî birîndar bûn.

Dirbas da zanîn ku di nav qurbanîyan de rojnamevana Ajansa Hawarê (ANHA) Dilîşan Îbiş jî heye û rojnamevanên din Rizgar Denîz û Hogir Qamişlo jî birîndar bûn.

Rojnamevan Şêrwan Yûsif xebatên şehîda rojnamevanîyê Îbiş wiha anî ziman:

”Şehîd Dilîşan ji 2013’an vir ve di nava karê rojnamegerîyê de ye û pêşî li Dengê Kobanê kar kir û şerê wê derê şopand. Paşê li operasyona Reqa şopand û piştre çû operasyona Bagera Cizîrê ya rizgarkirina Dêrezorê şopand. Do Pênçşemê dema dîmenên sîvîlan dikşand, di encama peqîna trombêlan de şehîd ket .”

Hêjayî balkişandê ye ku di şerê dijî DAIŞ’ê de nêzîkî 10 rojnamevan jîyana xwe ji dest dan ku xebatkarên Ronahî TV, ANHA, Navenda Ragihandina YPG bûn.

XS
SM
MD
LG