Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Artêşa Sûrîyê li Dêrezorê Serketina Dijî DAIŞ'ê Radigihîne


Li ser rêya Dêrezorê tabelaya ''bi xêr hatin''ê
Li ser rêya Dêrezorê tabelaya ''bi xêr hatin''ê

Artêşa Sûrîyê îro Înê li Dêrezorê serketina xwe ya hember Dewleta Îslamî (DAIŞ) ragihand.

Dêrezor, ku li rojavayê Çemê Firatê dirêj dibe, bajarê herî mezin yê li rojhilata Sûrîyê ye û navenda petrola wî welatî ye.

Jêderên Artêşa Sûrîyê dîyar kir ku hêzên wan bi piştgirîya hevalbendên xwe, Dêrezor bi temamî ji destê çekdarên DAIŞ’ê sitandîye.

Di operasyona Dêrezorê de, Rûsya, Îran û çekdarên Şîa alîkarîya Artêşa Sûrîyê dikirin.

Ji alîyê din ve, ji rojhilata Çemê Feratê jî Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) ya bi piştgirîya koalîsyona bi pêşengîya Amerîka êrîşan dibin ser DAIŞ’ê.

XS
SM
MD
LG