Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

SOHR: Li Nêzî Dêrezorê Herî Kêm 35 Sîvîl di Êrîşên Esmanî de Hatin Kuştin


Sîvîlek li nav kavilên Dêrezorê dimeşe
Sîvîlek li nav kavilên Dêrezorê dimeşe

Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) ragihand ku do Pêncşemê bi şev, di êrîşeke esmanî ya li el-Mayadîn ya nêzî Dêrezorê de herî kêm 35 sîvîl hatine kuştin ku hin ji wan ji malbatên DAIŞ’ê ne.

Li Sûrîyê, piranîya êrîşên esmanî yên li dora Çemê Feratê ji alîyê koalîsyona bi pêşengîya Amerîka û jetên Rûsya û Sûrîyê li dar dikevin. Firokên Îraqê jî bi kêmî ve carekê êrîşa esmanî li Sûrîyê li dar xistîye.

SOHR’ê dîyar kir ku di êrîşên du rojên dawî de herî kêm 50 kes li el-Mayadîn hatine kuştin.

Firokan do bi şev êrîş birin ser du avahîyan ku di wan de malbatên çekdarên DAIŞ’ê yên ji Sûrîye û Fasê dimînin.

Koalîsyona bi pêşengîya Amerîka dide zanîn ku jibo ku sîvîl neyên kuştin pir bi baldarî tevdigere û ku hebin kuştina sîvîlan jî vedikole. Rûsya û Sûrîye, her du jî dibêjin wan bi ti awayî di êrîşên esmanî de sîvîl nekuştine.

XS
SM
MD
LG