Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Bajarê Dêrîkê Bazareka Taybet bi Jinan Vedibe


Yekem bazara jinan, a bi navê ''Pepole'', li Rojavayê Kurdistanê hate vekirin. Desteya Aborî li Herêma Cizîrê, li navenda bajarê Dêrikê bazareke taybet bo jinan vekir.

Berpirsên projeyê dibêjin ku vekirina vê bazrê piştî gellek kar û xebatan hate vekirin. Û proje ji bo du armancên sereke ye, yek jê peydakirina derfetên kar bo jinê, û ya din jî peydakirina bazarekê bo ku jin bi awayekî rehet pêdivîyên xwe bikirin.

Ji ber ku jin ya herî ziyan ji rewşa şer dît, Nûnera Aboriya Jinê ya Derikê, Meyasa Dêrik dibêje, divê jin cihê xwe di hemî warên aborî de bigre, ji ber wê gelek workşop bo hişyarkirina jinê di warê aborî de li dar ketin da ku bi rengekî xweser jiyana xwe bi rê ve bibin.

Bazara Pepole nêzîkî 70 derfetên kar ji bo jinên Dêrikê peyda kiriye. Û li gorî jinên firoşger ên bazarê ev bazar derfetek baş e ji bo karê jinê û ev bazar dikarîbû 70 jinên bêkar li firoşgehên bazarê bi cih bikin.

Lîlav jineke 22 salî ye, ji bajarê Dêrikê ye, ji ber şerê navxweyî nikarîbû xwendina xwe ya zanîngehê bi dawî bike, aniha li bazara Pepole derfeta xwe ya kar dît, û li gorî wê ev ezmûneke pir serkeftî ye.

Gelek malbatên bajarê Dêrikê xwedî derfetên aborî yên sînordar in, û li gorî birêvebreriya projeyê Pepole derfetên kar ji bo jinên ji van malbat peyda dike da ku alîkariya malbatên xwe bikin.

Rebîa Elî jineke 35 salî, û dêya 3 zarokan e, dibêje dibe ku karê wê yê di bazara Pepole de alîkariyeke pir baş e bo malbatê.

Projeya Pepole cihê matmayînê ye ji bo mêran, lê di heman demê de cihê rehetiyê ye ji bo jinan, ji ber li gorî gelek jinên Dêrikê pir malên taybet bi jinê hebûn di firoşgehên ku mêr bi rêve dibirin dihatin firotin, lê aniha Pepole ew malên taybet bi jinê ku ji alîyê jinan tê firotin bi rehetî jinên dikirin.

Arya Hacî, rojnamevanek ji Dêrikê ye, dibêje ku vekirina vê bazarê cihê rehetî û kêfxweşîyê ye ji bo wê.

Hajayî bibîrxistinê ye, Desteya Aborî hewil dide ku ezmûna bazara Pepole li her bajarekî pêk bînin, û dibe ku di nava du salan de li her bajarek ê Rojavayê Kurdistanê bazarek taybet bi jinan vebe.

Hêjayî gotinê ye ku, bazara jinê ya bi navê ''Pepole''yê di 23ê nîsanê de li Dêrikê hate vekirin, û ji 21 dikanan pêk tê, û ev yekîmn bazar li Rojavayê Kurdistanê ku ji alîyê jinan ve tê birêve birin.

Ji bo guhdarîkirina li raportê fayla deng veke

Raporta Deng
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:25 0:00

XS
SM
MD
LG