Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bajarê Dêrîk li Rojava Mêvandarîya Pêşangeha Pirtûkan Kir


Pêşangeha Pirtûkan ya Şehîd Herekol ku roja Şemîyê li bajarê Dêrîkê destpê kiribû, îro Duşemê bi dawî dibe.

Ev pêşangehê ku ji alîyê Desteya Çand û Hunerê ya Kantona Cizîrê hat darxistin, wek berdewamîya pêşangeha Qamişlo ya Tîrmehê tê dêtin.

Di pêşangehê de çapxaneyên li herêmê, Yekîtîyên Çandî, Yekîtîya Rewşenbîran ya Herêma Cizîrê, Komela Çanda Suryanîyan ya Sûrîyê, Yekîtîya Nivîskarên Kurdistanê li Sûrîyê, Çapxaneya Dilşêr, Yekîtîya Rewşenbîrên Rojava, Komela Nivîskarên Rojava û Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) beşdar bûn.

Nivîskar Malva Elî got ku derfeta hevdîtinên navbera nivîskar û xwendevanên pêşangehê di asteke baş de bû

Pirtûkfiroş Azad Dawid gazincan kir ku asta beşdarbûna rûniştvanên Dêrîkê di pêşangehê de di asteke nizim de bû.

please wait

No media source currently available

0:00 0:03:34 0:00

XS
SM
MD
LG