Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Nirxandina Partîyên Kurdan yên Ser Kongreyên Dêrîkê û Rîyadê

Di dema dawî de du kongreyên opozisyona Sûrî li dar ketin: yek li Rîyadê û ya din li Rojavayê Kurdistanê li bajarê Dêrikê.

Her du kongre di heman demê de hatine kirin. Di kongreya Rîyadê de şandeke Kurdî ya serbixwe tunebû. ENKS di nav Itlafê de hazir bû.

Di kongreya bi giştî 110 delegeyan de tenê 4 endamên ENKS hazir bûn û ew yek jî rastî nerazîbûna ENKS hat.

Mihsên Tahir, endamê nivîsgeha sîyasî ya partîya PDK-S ya ENKS, dibêje ku di kongreya Rîyadê de nûnerîya Kurdan ne li gor hêz û hebûna wan bû û di biryarnameya kongrê de bi ti awayî navê Kurdan derbas nebûye.

Hesen Salih, Cîgirê Yekîtî, ya ku seroktîya ENKS dike, vê yekê dinirxîne û dibêje alîyên opozisyona Sûrî hîn bi hişeke şovenizm nêzîkî pirsa Kurdî dibin û ev yek li kongreya Rîyadê dîyar bû."

Di heman dema darxistina kongra Rîyadê, kongreyeke din ya opozisyona Sûrî li bajarê Dêrikê bi pêşengîya Rêvebirîya Xweser hate kirin.

Di biryarnameya kongrê Dêrikê de bi rengekî eşkere, li ser mafê gelê Kurd û kêmnetewên din hat tekezkirin.

Cîgerê Serokê Partîya El-Wahde "Yekîtî" ya dervayê ENKS û Rêvebirîya Xweser, her du kongreyan berhev dike û dibêje, kongreya Rîyadê bi ti awayî Kurd nanîn ser ziman, lê yê Dêrikê de maf gelê Kurd tê de dîyar bû."

Kolanan Kurdî her du kongre dişopand. Li gor hin rojnamevan û çalakvanan, kongreya Rîyadê piştgirîya navnetewî jê re bêtirbû, tevî ku kongreya Dêrikê piralî bû.

Şîyar Îsmaîl ku rojnamevanekî ciwan e, vê yekê dinirxîne û dibêje "îradeya navnetewî hîn pêknehatîye ku alozîya Sûrî çareser bike."

ZO_12_25_15
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:54 0:00

XS
SM
MD
LG