Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Çar Herêmên Dorpêçkirî yên Sûrîyê Derketin Jinûve Destpê Kir


Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) û medya dewletê ya Sûrîyê ragihandin ku derketina sîvîl û çekdarên ji çar navçeyên dorpêçkirî, piştî rawestana 48 demjimêr, îro Înê jinûve destpê kir.

Kanala dewletê Ikhbariyah da zanîn ku ji navçeyên nêzî Şam ya paytaxt, 5 otobusên ku bi serhilda û malbatên wan tije derketine û ber bi herêmên di destê serhildayan de ne bi rê ketine.

Ikbariyah herwiha dîyar kir ku ji el-Foua û Kefraya, ku ji alîyê serhildayan ve dorpêçkirî ne, 10 otobus derketine û giheştine Heleb ya di bin kontrola hikûmetê de ye.

Bi hezaran sîvîlên ku ji her du navçeyên Şiî derketibûn du roj li derveyê Helebê rawestîyan.

SOHR'ê eşkere kir ku sedema rawestana derketinan, daxwaza serhildayan bû ku wan li gor lihevkirinê ji hikûmetê xwestin ku 750 hepsî serbest berde.

Ajansa navend li Brîtanya da zanîn ku derketinên dualî destpê kirine, lê got ku ne zelal e ku hikûmetê girtî berdane yan na.

Li gor peymanê, bi hezaran serhilda û sîvîlên Sunî ji Zabadanî û Madaya, ku demek e dirêj ê ji alîyê hêzên hikûmetê ve dorpêçkirî ne, derketin û çûn herêma Îdlib ya di bin kontrola serhildayan de ye bi cîh bûn.

Bi hezaran sîvîl û leşkerên hikûmetê jî li gor peymanê, ji el-Foua û Kefraya ya li bakurê rojavayê Sûrîyê derketin ku ji alîyê serhildayan ve dorpêçkirî bûn.

Hefteya borî, bi peqîneke li ser konvoya ji el-Foua û Kefraya derketî 60 ji wan zarok, herî kêm 126 kes hatibûn kuştin.

XS
SM
MD
LG