Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dersên Buhara Ereb Jibo Rejîma Sûrî


Biryara zîndana heta mirinê li dijî Serokê berê yê Misirê Husnî Mubarek, her çend tekûz jî nebe, nîşanê pêngavek girîng e di veguhastinê de bo qonaxa piştî desthilatdarîya autocratîk û zalimane.

Di sal û nîva bihurî de, serhildan li seranserî cîhana Ereb bûne egera ladana 4 zelaman ku bi dehan salan desthilatdar bûn.

Zeyn el Abidîn Bin Alî yê Tunisê revîya çû Erebistana Saudî. Muemmer Qezafî, piştî êrîşa NATO'yê xwe veşart û paşî bi destê xelkê xwe hat kuştin. Li Yemenê Alî Ebdullah Salih bi fişarek herêmî bi rêkeftinekê desthilat da destê cîgirê xwe. Nuha jî, Husnî Mubarekê Misirê bi zîndana heta mirinê hat siza dan.

Elizabeth Arrott bo Dengê Amerîka raportê dide li ser hindê ka Sûrîea dikare çi ders û waneyan ji çarenivîsa Mubarek û rêberên din yên ladayî bistîne. Hevkar Kawe Kumanc vê raportê pêşkêş dike, bo guhdarîkirinê li ser fayla dengî kilîk bike.

XS
SM
MD
LG