Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Salvini Dibêje ku Ew Nahêlê 2 Gemîyên Tijî Penabran Têkevin Îtalya


Karmendên 'Ocean Viking' alîkarîya zarokekî penaber dikin
Karmendên 'Ocean Viking' alîkarîya zarokekî penaber dikin

Wezîrê Navxweyî yê Îtalya Matteo Salvini îro Sêşemê got ku ew planên xwe didomîne ku nehêlê du gemîyên rêxistinên mirovahî yên Fransî û Îspanî werin Îtalya ku pirtir ji 500 koçberan hildigirin.

Keştîya Ocean Viking ya rêxistina Doktorên Bê Sînor û SOS Mediterranee roj Înê ji Derya Sipî 356 penaxwaz rizgar kiribûn ku ji Lîbya bi rê ketibûn.

Gemîya Open Arms ya Îspanî jî dîsa li nav avên Derya Sipî 160 penaxwaz filitandibûn.

Her du keştî jî li ortê Derya Sipî ne û nêzî girava Lampedusa ya Îtalî ne û hewil didin ku penaxwazên Afrîqî bigehînin wî welatî.

Lê, Salvini yê rastgerê tund ku sîyaseteke hiçk li dijî penaberan dimeşîne got ku ew gemîyên ku penaxwaz tê de ne, ne pirsgirêka Îtalya ye.

Salvini di destpêka vê mehê de biryara qanûneke nû dabû ku cezayên girantir dide keştîyên ku bê destûr dikevin nav avên Îtalya û wan neçar dike ku ta 1.12 mîlyon dolar cezayê diravî bidin.

Qanûna nû herwiha rê li ber hêzên Îtalî vedike ki kaptanên keştîyan desteser bikin û bi otomatîkî dest dînin ser gemîyan wan.

XS
SM
MD
LG