Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hêzeke Navnetewî Bo Ewlekariya Deryaya Sor Tê Avakirin


Gefa Helîkotera Husiyên Yemenê li ser Keştiya Galaxy Leader ya barî li Deryaya Sor
Gefa Helîkotera Husiyên Yemenê li ser Keştiya Galaxy Leader ya barî li Deryaya Sor

Amerîka û hin welatên din hêzeke nû ava dikin jibo parastina çûn û hatina keştîyan di Deryaya Sor de, ku rastî êrîşên dron û mûşekên mîlîtanên Husî ji Yemnê tên.

Wezîrê Berevaniya Amerîka Lloyd Austin îro Sêşemê li Behreynê damezrandina vê hêzê ragihand.

Hêz dê di bin navê Prosperity Guardian de be. Erka vê hêzê dê parastina gemiyên Brîtanya, Behreyn, Kanada, Fransa, Îtalya, Holenda, Norwêc, Seychelles û Spanyayê be.

Wê hin ji hêzên van welatan çavdêrî û nobedariyê bikin û hinekên din jî wê piştevaniyê bidin başûrî Deryaya Sor û Kendava Edenê.

Ji ber êrîşan Husîyan, metirsî derketiye holê ku hin kompanî gemîyên xwe yên bazirganî rawestandine û li benda encamên parstinê ne da ku vegerin karê xwe.

Li gor karbidestekî leşkerî Amerîkî ku bi Austin re ye, nêzîkî 400 keştîyên bazirganiyê Deryaya Sor bikar tînin bo karê bazirganiyê û divê ew bên parstin.

Ji aliyê xwe ve, Mohammed Abdel Salam, berdevkê Husîyan Sêşemê bersiva xwe hember avakirina vê hêzê ragihand û gef da ku her gemiyek girêdana wê bi Israîl hebe wê ji alîyê Husîyan ve were armanckirin.

Jêder: AP

XS
SM
MD
LG