Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çîn: Hebûna Leşkerîya Amerîkî li Deryaya Başûrê Çînê Bo Aştîyê Ne Baş E


Keştîyeke Amerîkî ya li Deryaya Başûrê Çînê
Keştîyeke Amerîkî ya li Deryaya Başûrê Çînê

Wezareta Derve ya Çînê îro Duşemê ragihand ku Amerîka bi gelemperî keştî û firokan dişîne Deryaya Başûrê Çînê da ku hêza xwe nîşan bide.

Wezaretê got ku ev yek jibo aştîyê ne baş e.

Ev daxûyanîya Çînê piştî çend keştî û balafirên Amerîkî ket nava herema avên kêşebar, hat ragihandin.

Berdevkê wezareta karên derve yê Çînê, Zhao Lijian, ser bûyerê ji rojnamevan re bûyerê axiflî.

"Ev jibo aştî û aramîya herêmê nabe alîkar, " Lijian got.

Deryaya Başûrê Çînê ya stratejîk, ku her sal bi mîlyonan dolar bazirganî bi karanîna vê heremê tê kirin, demeke pir dirêje ku di navbera Pekîn û Washingtonê mijarek girîng ya bi pirsgirêk e.

Herwiha, Çîn bi taybetî jiber çalakîyên leşkerî yên Amerîka yên li vê heremê ye.

Leşkerîya Amerîka piştî çend rojên ku Joe Biden bû serok, ragihandibû ku firokên Amerîkî yên bi rêbertîya keştîya USS Theodore Roosevelt û sê keştiyên şer, roja Şemîyê ketine nava avên Başûrê Çînê da ku 'azadîya deryayan' pêşve bixin.

Çîn gelek caran jiber keştîyên Deryayî yên Amerîkî yên nêzî giravên li Deryaya Başûrê Çînê nerazîbûnên xwe dîyar kiribû.

Vîetnam, Malezya, Fîlîpîn, Bruney û Taywan li Deryaya Başûrê Çînê mafêb xwe yên serwerîyê îdia dikin.

Firok û keştîyên Amerîka di heman dema ku Taywanê ragihand ku firokên Çînê li başûrê rojavayê herêma hewayî yên serwerîya wê destdirêjîyan dike, ketin nava Deryaya Başûrê Çînê.

Çîn di derbarê çalakîyên hêzên xwê ya hewayî yên li Taywanê agahdarî neda û Zhao got ku divê wezareta berevanîyê bersîva pirsên tekilda r bide.

Berdevk Zhao helwesta Çînê ya ku Taywan perçeyek neguhêzbar ya a Çînê dibîne û divê Amerîka ji 'yek Çîn' ê re rêzdar be, dubare kir.

Ofîsa Seroka Taywanê Tsai Ing-wen ragihand ku wê îro serdana bingehek radarê ya li bakurê giravê kirîye, pesnê şîyana bingehê ya bo şopandina hêzên Çînî daye.

"Ji sala borî heya niha, bingeha me ya radarê nêzî 2.000 balafirên komunîst û pirtirî 400 keştîyên komunîst tespît kir, ku derfetê dide em bi lezgînî wan bişopînin û wan dûr bixînin, û hevdem em bikaribin derya û qada hewayî bi tevahî biparêzin," wê ji karbidestan re got.

Wezareta Berevanîya Taywanê jî da zanîn ku tenê balafireke Çînî îro Duşemê ketîye nava herêma berevanîya, balafirek Y-8 ya dijî keştîyên bin deryayê.

Rêvebirîya nû ya Joe Biden dibêje ku piştvanîya Amerîka ya bo Taywanê gelek zexm e.

Amerîka jî, mîna piranîya welatan, bi Taywanê re ne xwedîyê têkiliyên fermî yên dîplomatîk e.

Lê, hemberî kêşeyên bi Çînê re , piştgirê navneteweyî yê herî girîng û dabînkerê çekên sereke ya girava demokratîk e.

XS
SM
MD
LG