Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tutu: Divê Bush û Blair jiber Şerê Îraqê Bên Dadgehkirin


Oldarê Kiristîyan Desmond Tutu dibêje, divê Serokê berê yê Amerîkî George W. Bush û serokwezîrê Brîtanî Tony Blair jiber dagîrkirina Îraqê bên dadgehkirin.

Di gotarekê de ku li rojnameya Observer ya Brîtanî hate belavkirin, Tutu dibêje ku fermana şerê Îraqê “li ser bingehê wê derewê bû ku Îraqê çekên wêrankerên giştî hebûn.”

Tutu dibêje, “rêberên baş, parêzvanên exlaqê ne” û gerek Bush û Blair astê xwe wek astê Seddam Husênî kêm nekiriba.

Tutu çalakvanekê navdarê mafên mirovan e û li sala 1984ê xelata Nobel ya aştîyê wergirt jibo xebata wî li Afrîkaya Başûr.
XS
SM
MD
LG