Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Du Kompanîyên Alman Dawî li Karên Xwe yên li Îranê Tînin


Kompanyên Alman Deutsche Bahn û Deutsche Telekom ragihand ku ew dawî li projeyên xwe li Îranê tînin, piştî ku Washingtonê toleyên nû li hember Îranê ragihand

Biryara Amerîka hişyarî dabû ku şîrketên ku bi Îranê re bazirganî dikin wê nikaribin ligel Amerîka peywendîyên karsazî ava bikin.

Deutsche Bahn ya dewleta Almanî li Îranê 2 proje bi rêve dibirin. Berdevka wê ji Reutersê re ragihand ku her du projeyên wan dê heta dawîya Îllonê biqedin.

Deutsche Telekom ku xwedîyê kompanya T-Mobile ya li Amerîka ye, hewil dide ku kompanya Sprint bi 26 mîlyar dolaran bikire û ew jî hewceyî erêkirina hikûmeta Amerîkî ye. Çavdêr dibêjin ku ew yek sedmeke girîng e ku Deutsche Telekom biryara dawîkirina kiryarên xwe li Îranê daye.

Toleyên nû yên Amerîkî yên dijî Îranê hefteya çûyî ketibûn jîyanê û piştî wê biryarê jimareke kompanîyên Ewrupî yên wek Total û çêkerên otomobîlan PSA, Renault û Daimler dawî li karên xwe yên li Îranê anîbûn.

XS
SM
MD
LG