Serokê Partîya Demokrasî û Pêşveçûnê (DEVA) Alî Babacan ser gotûbêjên derbarê zimanê Kurdî yên li parlemana Tirkîyê axivî û diyar kir ku Kurdî li Tirkîyê li gor hejmara kesên pê diaxivin zimanê duyê ye, lê parlamana welêt vê rastîyê nabîne.
Wî da zanîn ku gava parlemanter li parlemanê bi Kurdî dipeyîvin ew di tomaran de wek zimanê nayê zanîn yan X tê nivîsîn.
‘’Kesên Fransî û Îngilîzî dizanîn nizanin ku ew zimanê ku bi mîlyonan kes pê diaxivin çi ziman e. Me li tomarên dawî nêrî, sê xal danîne û li bin jî peyvên ne bi Tirkî hatine gotin hatiye nivîsîn.’’
Babacan got ku ger Kurdî bi awayekî eşkere neyê nivîsîn ewê ti kes li Tirkîyê nikaribe behsa mafên bingehîn yên hemwelatîyan bike.
Serokê DEVA dîyar kir ku nûnerên rikeberîyê jî bertekên bi heman rengî nîşan didin û got ku ew rewş li demokrasîyê nayê.
DEVA di hilbijartinên Gulanê de ser lîsta Partîya Gel ya Komarî (CHP) ketibû hilbijartinan, lê hejmara kursîyên wê jiber ku ji 20’an hindiktir e wê li parlemanê hîn kom ava nekiriye.
Wê partîyê di rojên borî de dîyar kir ku ewê li 81 bajarên Tirkîyê bi berbijarên xwe têkeve hilbijartinên bajarvanîyê.
Jêder: Platforma X