Dewleta Îslamî berpirsîya jimareke êrîşên li bajarê Celalabad ya li rojhilata Afganistanê girt ser xwe.
Wê rêxistinê ew berpirsîya bi rêka kanala Telegramê ya Ajansa Nûçeyan ya Amaaqê ragihand.
Li gor daxuyanîya rêxistinê, di peqînên roja Şemî û Yekşemê de de pirtir ji 35 çekdarên Talîbanê hatine kuştin yan birîndar bûne.
Talîbanê ser peqînên di dawîya hefteyê de ti daxuyanî belav nekir.
Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku di peqînên roja Şemîyê de bi kêmî ve 3 kes hatine kuştin û 20 kes jî birîndar bûne.
Reutersê ew agahî ji zarê karbidestên xweşîyê û dîdevanên peqînê ragihand.