Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Sê Endamên Berê yên Pasdaran Dersînorî Îranê Dike

Ligel zêdebûna alozîyên di navbera Washington û Tehranê de, Amerîka sê kesên Îranî bi navên Ehsan Xalidî, Mihemed Mêhranî û Murteza Nasirî Kakûlakî, endamên berê yên hêza Pasdarên Îslamê, ji nav axa Amerîkayê dersînor kir.

Raporteke Wezareta Ewlekarîya Navxweyî diyar kir ku her sê kes, ku hemî endamên berê yên hêza Pasdaran bûn û di dema rêvebirîya Biden de hatibûn Amerîêka, roja Duşemê ji Amerîka bo Îranê hatin dersînorkirin.

Li gor Wezareta Ewlekarîya Navxweyî, Mihemed Mêhranî û Ehsan Xalidî di sala 2024an de bi awayekî neqanûnî ji başûrê wilayata Kalîfornyayê derbasî Amerîkayê bibûn. Murteza Nasirî Kakûlakî jî di Mijdara 2024an de bi awayekî neqanûnî derbasî Amerîkayê bûye û li nêzîk bajarê St. Louis li wîlayeta Arîzonayê ji alîyê nobedarên sînorî ve hatibû girtin.

Wezareta Ewlekarîya Navxweyî got, her ji destpêka gera Duyemîn ya Serok Trump ve, ajansa Bicihanîna Koçberî û Gumrikê (ICE) 1,400 terorîstên naskirî yan jî gumanbar û 7,400 endamên komên tawankarîyan girtine.

XS
SM
MD
LG