Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

HSD'ê Bajarokê Dişîşa Yê Stratejîk Rizgar Dike


Yekşeşemê 17 Hezîranê sêyemîn rojên cejna Remezanê Hêzên sûrîya Demokratîk HSD'ê ’di berdewamîya operasyona Bagera Cizîrê de bajarokê Dişîşa yê stratejîk rizgar kir .

Dişîşa ku ser sînorê navbera sûrî û îraqê de dikeve û giringtirîn deverên ku ev 5 salên di bin kontirola daişê de ye niha rizgarkirî ye .

Şervaneke HSDê ji aliyê jinên li herêmê bi germî tê pêşwazî kirin.
Şervaneke HSDê ji aliyê jinên li herêmê bi germî tê pêşwazî kirin.

Berpirdê navenda ragihandina HSD Mistefa Balî ji bo Dengê Amarîka rizgar kiirna Dişîşa bi daxuyaniyek taybet de ragihand. Dişîşa ji bo Daişê pirr giring bû û bi rizgarkirina wê Daişê giringtirîn dever winda dike û ev gaveke pirr mezin e ber bi tunebûna wê ve .

Daişê Dişîşa wek baregeha xwe ya sereke ku girêdana navbera sûrî û îraqê de bikar tanî him jibo êrîşên wê yên ser HSDê û artêşa îraqê û li alîyekî din ku Dişîşa navenda komkirina petrolê bû û veguhastina wê ber bi sûrî û îraqê de .

Şervaneke HSDê li cem dayikekê li herêma rizgar kirî
Şervaneke HSDê li cem dayikekê li herêma rizgar kirî

Rojnamevan Hebîb Zavê giringîya Deşîşa tine ziman .

Oprasyona bagera cizîrê di hefteya sêyemîn de ji şerê Dişîşa bi piştîvanê ji koalisyona navnetwî û hevrêzîya li gel artêşa îraqê bajarokê Dişîşa rizgar kir .

Niha HSD li bajarokê Dişîşa ye , tenê 3 km dûrî sînorê navbera sûrî û îraqê de ye .

Û rizgar kirina Dişîşa ewlekirina sînorê di navbera sûrî û îraqê de pêktîne ku giringtirîn armancên oprasîyona Bagera Cizîrê pêkanî .

Zana Omer -Qamişlo -Rizgar kirina Bajarokê Dişîş
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:48 0:00

XS
SM
MD
LG