Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Êrîşên Berguman yên Firokên Bêmirov de 4 Kes li Pakistanê Hatine Kuştin


Di vê fotoyê de, firokeke bêmirov ya Amerîkî, Drone li Firîngeha Leşkerî ya Qandaharê xwane dibe.
Di vê fotoyê de, firokeke bêmirov ya Amerîkî, Drone li Firîngeha Leşkerî ya Qandaharê xwane dibe.

Karbidestên Pakistanî dibêjin, firokeke bêmirov ya Amerîkî, li herêma eşirî ya bakurê rojava herî kêm 4 mîlîtan kuştin.

Karbidest dibêjin, muşekên ku hatine avêtin li gundê Dogan ya nêzîkî tixubê Afganistanê xist û di êrîşê de 4 mîlîtan hatine kuştun ku ji Turkmenistanê ne.

Êrîşên firokên bêmirov sekinîbûn, piştî ku 24 leşkerên Pakistanî di êrîşa esmanî ya NATO’yê de hatibûn kuştin. Piştî wê bûyerê, têkîlîyên her Amerîka û Pakistanê xirab bibûn.

Hikûmeta Pakistanê êrîşên firokên bêmirov şermezar kirîbû, bi sedema ku rêze li serwerîya wê nagire.

XS
SM
MD
LG