Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Cot Peqînên li Şamê de Kuştî Hene


Medyaya dewletî ya Sûrî dibêje, herî kêm 2 peqîn li paytaxt Şam çê bûn û bi kêmî ve 5 kes tê de hatine kuştin, li vê demê ku xem û fikarên navnetewî li ser agirbesta heyî zêdetir dibin.

Bizavkar dibêjin, yek ji peqînan li nêzîkî mizgeftekê qewimî ku xwenîşandêrên dijî hikûmetê piştî nimêja Înîyê lê kom bibûn. Hikûmeta Sûrî “terorîstan” ji wan peqînan tawanbar kir û kiryar wekî peqîna xwekujî binav kir.

Peqîna din jî li taxekê qewimî ku gelek karxane (fabrîka) lê hene.

Peqînên îro Înîyê li vê demê tên ku rexneyên Amerîka, karbidestên bilind yên Neteweyên Yekbûyî û Yekîtîya Ewropa yên dijî hikûmeta Sûrîyê zêdetir dibin.

Ew dibêjin, hikûmeta Şamê heta niha şert û mercên agirbestê ku berî du hefteyan hatibû îmza kirin, bicîh nayîne.

Tê çaverê kirin ku xwenîşandanên girseyî îro Înîyê li jimareke bajaran berdewam bikin.

Neteweyên Yekbûyî dibêje, herî kêm 9.000 kes ji destpêbûna serhildana dijî Beşar Esed vir ve, li Sûrîyê hatine kuştin, lê bizavkar dibêjin pirtir ji 11.000 hezar kes heta niha jîyana xwe hinda kirine.

XS
SM
MD
LG