Breaking News

Di Danûstandinên Budceyê de Muhleta Dawî

Rêberê Piranîya Demokrat Harry Reid û Serokê Civata Nûneran John Boehner piştî hevdîtina wan ya ligel Serok Obma derdikevin pêş nûçegîhanan, Nîsanl 6, 2011
Rêberê Piranîya Demokrat Harry Reid û Serokê Civata Nûneran John Boehner piştî hevdîtina wan ya ligel Serok Obma derdikevin pêş nûçegîhanan, Nîsanl 6, 2011

Serokê Amerîka Barack Obama dibêje, ew çaverê ye ku rêberên Demokrat û Komarî yên li Kongrese îro bighejine rekeftineke, berî ku hikûmet di demjimêr 4’ê şevê bi qismî were daxistin.

Birêz Obama Pêncşemê şev li Qesra Sipî bi Rêberê Piranîya Demokrat Harry Reid û Serokê Civata Nûneran John Boehner kom bû, di bizaveke çareser kirina kêşeya budceyê de.

Serok Obama piştî kombûnê ji rojnamevanan re got, her du alî jî pêşveçûnên nû kirin lê dîsa jî ew ne bi temamî geşbîn e bigehijine rekeftineke, berî dawîya muhleta budceyê . Rêzdar Obama got, danûstandêr dê heta sibe karê xwe bikin da ku cûdabîrîyên heyî rakin.

Qesra Sipî ragihand, Serok Obama serêdana plankirî ya eyaleta Indiana betal kir jiber vê kêşeya berdewam ya budceyê.

Eger hikûmet were daxistin, bi sed hezaran karmendên hikûmeta federal dê neçine ser karên xwe, gelek xizmetên hikûmetê wê rawestin û hêzên çerker yên leşkerîyê wê bi temamî neyêne dirav dan.

XS
SM
MD
LG