Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Dengdana Misirê de Îslamî Desketinên Nû Dixwazin


Di Dengdana Misirê de Îslamî Desketinên Nû Dixwazin

Qonaxa duyê ya hilbijartinên parlemanê ya Misirî îro Pêncşemê berdewam kir. Di hilbijartinê de partîyên îslamî hêvî dikin ku serkeftinên xwe hîn jî xûrtir bikin.

Misirî di dengdanên du rojî de bi hejmarên mezin çûne ser sindoqan ku 498 endamên civata jêrîn ya parlemanê hilbijêrin.

Nêzîkî 19 mîlyon Misirî, di hilbijartinê de, xwedîyê mafê dengdanê ne. Hilbijartina parlemanê Misirî, ji sê qonaxan pêk tê û ev hilbijartin qonaxa duyê ye.

Di qonaxa yekê ya hilbijartinê de, Partîya Dad û Azadî ya Biratîya Misilmanan û Partîya El Nur Selefî ya pir konservatîf ku daxwaza desthilateke gorî şeriatê dikin, bibûn qezenckerê hilbijartinê.

Qonaxa sisêyan ya hilbijartinê ku li 9 eyaletên mayîn pêk were, li ber e li meha Rêbendan ya sala nû pêk were.

XS
SM
MD
LG