Karbidestên Yemenê dibêjin leşkerên welatî ketine nava şerekî ligel çekdarên El Qayide li bajarekî stratejî li başûrê Yemenê û heta nuha 19 kes hatine kuştin.
Karbidestên artêşa Yemenî dibêjin hêzên hikûmetê bajarê Zinjibar li rojhilatê welat ji şervanên ser bi el Qayide paqij kirine.
Grûpa çekdar ev bajar û çend deverên din sala borî kontrol kiribû, dema ku hevwelatîyên Yemenî li dijî serokê berê serî hildabûn. Hikûmeta nû ya Yemenê hewil dide el Qayide ji van bajar û derveran derxîne.
Berpirsekî saxlemîyê got, 12 mîlîtanên el Qayide û heft leşker di şer de hatine kuştin.