Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Êrîşekê de Li Pakistanê 25 Kes Hatin Kuştin


PAKISTAN BLAST
PAKISTAN BLAST

Karbidestên bakura-rojavaya Pakistanê dibêjin di teqîna otomobîlek bombrêjkirî de 25 kes hatin kuştin û herî kêm 50 kesên din jî birîndar bûn li herêma êlî ser sînorê Afganistanê.

Desthilatdar dibêjin bombe roja Şemîyê nêzîkî westangeha basekê teqîya li bazareke bi qerebalix li devera Landi Kotal ya herêma Xeyber. Çend avahîyan jî liber teqînê zarar dîtin.

Karbidestên ewlekarîyê dibêjin diyar bû teqînê hin endamên êlî kiribû armanc ku ligel hikûmetê dijî Talîbana Pakistanê hevkarî dikirin.

Ti kesî berpirsîya êrîşê nexistîye stûyê xwe, lê Talîbana Pakistanê berê bi sedên teqînên ji vî rengî li seranserî welat pêk anîne.

XS
SM
MD
LG