Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Êrîşeke Xwekujîyê de bi Dehan Kes li Yemenê Hatine Kuştin


Karbidestên Yemenî dibêjin peqînek xwekujîyê bû egera kuştina herî kêm 63 kesan, waxtê êrîşbirek xwe di nav grubek leşkeran de teqand ku xwe jibo merasîmeke leşkerî amade dikirin.

Karbidestan got, êrîşa roja Duşemê li Sanaa ya paytaxt, her wiha bû sedema birîndarbûna bi dehan kesên din.

Termên leşkerên kuştî ketibûn ser erdê, dema tîmên hawarçûnê xwe gehandin cîhê bûyerê.

Wezîrê Berevanîyê yê Yemenê dema peqîn çêbû li cîhê temrînan bûye, lê nehatîye hingawtin.

Leşkerên Yemenî xwe jibo rêûresmek rêzê amade dikirin ku roja Sêşemê bi helkefta yekgirtina bakûr û başûrê Yemenê bihata kirin.

Hera niha çi alîyekî berpirsîya êrîşê negirtîye ser xwe.

Yemen bingeha El Qaydê ya Nîvgirava Erebî ye, ya we tayê herî bi gefeya wê gruba terorîstî tê dîtin.

Hejayî gotinê ye ku cudaxazên li başûrê Yemenê jî leşkerî dikin armanc.

XS
SM
MD
LG