Roja sêşemê êvarê, li navçeya Baxlera a Dîyarbekirê, li li kêleka Îstasyona Petrolekî da, di marketeka du qatî da, peqîne çêbû. Di peqînêda 13 kes birîndar bûn.Li gor agahîyên dawî peqîn ji ber gaza LPG’ê pêk hatîye.
Waliyê Dîyarbekirê Mustafa Toprak, di derbarê peqînê da daxûyanîyekî da. Walîyê Dîyarbekirê destnîşankir ku peqîn ji ber gaza LPG'ê pêkhatiye û yek jê giran 13 kes birîndar bûne. Walî Mustafa Toprak, dîyar kir ku marketa ku peqîn lê pêk hatîye li kêleka îstasyona neftê ye û got ev bixwe jî xetereyek mezin e. Walî Toprak got “ xwedîyê marketê destnîşan kir ku 2 saet berîya peqînê bîhna gazê hatîye û wan jî, ji bo tedbîrê wanayên neftê dane girtinê. Ev tedbîr jî pêşî li agir girtîye” Mustafa Toprak desnîşan kir ku, bi vê tedbîrê pêşîya buyerekî mezintir hatiye girtin.
Bajarvanê Dîyarbekirê Osman Baydemîr, Bajarvana Baxlera Yuksel Baran û Bajarvanê Surê Abdullah Demirbaş jî, li cîhê peqînê amade bûn û lêkolîn kirin. Osman Baydemîr di derbarê bûyerê da, jibo rojnamevanan weha axivî “ İhtîmal heye ku, ji îstasyona Petrolê gaz herîkîbe marketê. Em bi xwedîyê petrolê re axivîn. Divê berîya avakirina cîhên weha çi tedbîr hene werine girtin, em neha lêkolîn dikin gelo qisûra tesîsa îstasyona petrolê heye an na” Bajarvanê Dîyarbekirê di derbarê birînadarada jî got “ 13 kesên ku di peqînê da birîndar bûn, neha li çend nexweşxaneyên bajêr tên derman kirin. Du kes wunda ne, yek jê karkera marketê ye, yek jî zarokekî ye. Hêvîya me ewe ku ev herdû jî neha li nexweşxaneyan bin.”
Navên kesên ku di bûyerê da birîndar bûne ev in: Şukru Yılmaz, Cemal Direnci, Hulya Çetin, Osman Daghan, Mehmet Yaş, Mehmet Akçakaya, Abdurrahim Guneş, Abdulhalip Ataş, Mustafa Yavuz, İbrahim Halil Azboy, Şaban Mercan, Taha Muslum Tanrıkulu, Niyazi Gozen.
Ji ber îhtîmala ku kes di bin xirbê da nemîne, tîmên îtfaiyeyê bi kuçikên ku bi taybet hatine perwerdekirin li cihê teqînê lêkolîn dikin.