Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Peqîneke de 6 Kes li Pakistanê Hatine Kuştin


Weneyek ji peqîneke berê ya ji eyaleta Khyber-Pakhtunkhwa
Weneyek ji peqîneke berê ya ji eyaleta Khyber-Pakhtunkhwa

Peqîneke piştî rêdeçûneke sîyasî, herî kêm 6 kes li bakurê rojhilata Pakistanê kuştin.

Êrîşa Duşemê li bajarokê Nowshera ya li eyaleta Khyber-Pakhtunkhwa qewimî.

Karbidest dibêjin, bombeya ku di motosaykilekê de hatibû cîhkirin peqî, piştî ku rêvebirên Partîya Netewî ya Awami ya ser desthilatê ji qada rêdaçûnê derdiketin.

Tê ragihandin, di peqînê de her wiha 14 kesên din jî birîndar bûn.

XS
SM
MD
LG