Di peqînekê de li bajêrê Kerkukê, du serbazên Îraqî hatin kuştin û kesekê din birîndar bû.
Karbidest dibêjin, otombîleka leşkerê Îraqî armanca wê peqînê bû.
Herwiha bi sedema peqîna bombekê li naverasta Bexda, bi kêmî ve çar kes birîndar bûn.
Her li paytexta Îraqê, di peqînekê de li nizîk patroleka polîsan, çar kes birîndar bûn ku sê ji wan xelkên sivil in.