Bi kêmî ve 15 kes di peqîna otombîleka bombekirî de li mizgefteka Şîa li bajarê Hilla li Îraqê hatin kuştin û bi dehan kesên din brîndar bûn.
Karbidestên xwecihî û şahid dibêjin peqîn dinav jimarek behîdaran li wê zîgeftê qewmî, 100 kîlometran başura Bexdayê. Xelkê bajarê Hilla behra pitir Şîa ne.