Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Teqîna Li Mizgefta Şîa ya li Kandahar de Bi Dehan Kuştî Hene


Dîmeneke ji êrîşa bombeyî ya li Kandahar, 15 Cotmeh, 2021
Dîmeneke ji êrîşa bombeyî ya li Kandahar, 15 Cotmeh, 2021

Li başûrê Afganistanê bajarê Kandaharê îro Înêyê dijî mizgefteke Şîa'yan êrîşêke bombeyî hate kirin.

Êrîş di dema nimêja Înêyê de li Mizgefta Îmam Bergah ya girêdayî koma etnîkî ya Hazara ye, pêk hat.

Karbidestek saxlemîya li nexweşxaneya Mirwais ya li Kandahar ji Reuters re got ku herî kêm 35 kes hatine kuştin û 68 kes jî birîndar bûne.

Li gor şahidan heremî, êrîş ji hêla 3 êrîşkarên xwekujî ve hatiye kirin; yekî ji wan xwe li ber derîyê mizgeftê teqandîye û 2 êrîşkaran jî li hundirê mizgeftê de.

Berdevikê Talîbanê Zabîhullah Mucahîd dîyar kir ku wan ferman dane hêzên ewlehîyê ku sûcdaran bigrin û li gor qanûnên Îslamî derxin pêş dadgehê.

Balyozxaneya Îranê, cîranê Afganistanê û mezintirîn hêza Şîa ya li herêmê ye, êrîş şermezar kir.

Nûnertîya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li Afganîstanê got ku divê ji berpirsîyaran hesab were pirsîn.


XS
SM
MD
LG