Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Tund û Tûjîyan de 12 Kes li Qaraçî Hatine Kuştin


Agirkujek bizavê dike agirê otobusa ku bûye armanca tund û tûjîyê ê vemirîne.
Agirkujek bizavê dike agirê otobusa ku bûye armanca tund û tûjîyê ê vemirîne.

Di rêze êrîşên bajarê Qaraçî ya Pakîstanê de, bi kêmî ve 12 hatine kuştin û 20 kesên din jî birîndar bûn.

Karbidestên xwecîhî dibêjin, şer û pevçûn destpê kirin, piştî ku çekdaran endamê Partîya Netewî ya Awami, ANP Ubeydullah Yusufzaî û hevalê wî li eyaleta Sindh kuştin.

Piştî belav bûna nûçeya kuştinan, jimareke mezin ya piştgir û xebatkarên ANP li dervayê nexweşxanê kom bûn û termên her du qûrbanîyan bi dirûşmên dijî hikûmetê rakirin.

Polîs dibêje, çakdarên nenas li gelek taxên bajêr gule barandine ser xelkê, da ku firoşker dîkanên xwe venekin.

Di destpêka vê mehê de, qanûndanêrê xwecîhî Riza Hayder yê Tevgera Muttahida Quami li Qaraçî hatibû kuştin û di encama xwepeşandan û pevçûnanan de, bi kêmî 85 kes hatibûn kuştin.

XS
SM
MD
LG