Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Xwepêşandanên Sûrî de Hêrî Kêm 19 Kuştî Hene


Dîmenek ji xwepêşandanên îro li Sûrîyê. Tîrmeh, 15, 2011
Dîmenek ji xwepêşandanên îro li Sûrîyê. Tîrmeh, 15, 2011

Herî kêm 19 kes hatine kuştin, piştî ku hêzên Sûrî teqe li ser xwepêşanderan kir.

Bizavkar û dîdevan dibêjin, bûyerên kuştinê herî zêde li paytaxt Şam û taxên wê û her wiha, li bajarê Daraa ya başûr, Hama ya navîn û herêma Idlib ya bakur qewimîn.

Hîn raportên din jî hene ku hêzên ewlekarîyê li dijî xwenîşanderan gazên rondikrêj bikar tînin.

Ajansa nûçeyan ya Sana ya dewletê jî dibêje, li çend bajaran rêdeçûnên piştgirîya hikûmetê têne kirin.

Bi deh hezaran Sûrî, tevî eciqandina û tepesera berdewam ya hikûmetê, bi alayên Sûrîyê û slogananên dijî Beşar Esed li seranser welat xwepêşandanan dikin.

Bizavkaran bang li hemwelatîyan kirîbû ku jibo zindankirina bi sedan kesan xwepêşandanê bikin ku di tepesera hikûmetê de hatibûn girtin.

Banga xwepêşandanê, rojek piştî daxuyanîya berevankarên mafê mirovan ya Sûrî hat ku, hêzên hikûmetê ji roja Çarşemê vir ve 6 kes kuştin û pirtir ji 20 kesên din jî desteser kirin.

Raportên kuştinê ji alîyê jêderên serbixwe ve nehatibûn piştrast kirin jiber ku Sûrîye nahêle medyaya bîyanî têkeve deverên ku xwepêşandan lê têne kirin.

XS
SM
MD
LG