Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Xwepêşandanên Sûrîyê de 6 Kuştî Hene


امریکی سفیر رچرڈ اولسن سید راغب عباس شاہ چیئر مین واپڈا سے ہاتھ ملا رہے ہیں
امریکی سفیر رچرڈ اولسن سید راغب عباس شاہ چیئر مین واپڈا سے ہاتھ ملا رہے ہیں

Bi kêmî ve 6 kes îro Înîyê li Sûrîyê hatine kuştin, piştî ku hêzên ewlekarîyê bi tundî bersîva xwepêşandanên girseyî da.

Bûyerên kuştinê qewimîn, piştî ku bi deh hezaran xwenîşander jibo daxwazkirina karvekêşana serok Beşar Esed xwepêşandanê dikir.

Dîdevan û bizavkar dibêjin, kuştin li taxên paytaxt Şamê, li wîlayeta Idlib ya bakurê rojavayê û li bajarê Himusê çêbûne.

Raport dibêjin, hêrî kêm 5 kesên din jî şeva borî li Himusê hatine kuştin, piştî ku tankên artêşê jibo eciqandin û tepeserkirinê ketibûn nav bajêr.

Bi alîyekî din ve, dîdevan û bizavkar gotin, hêzên Sûrî bi şiv û copan êrîşî xwepêşanderên li bajarê Hasekê (Heseçîya) ku piranî Kurd in, kir û li dijî wan gaza rondikrêj bikar anî.

Tê ragihandin ku li bajarê Dara'a û Latqîya jî xwepêşandan têne kirin.

XS
SM
MD
LG