Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Clinton: Dem Hatiye ku Civaka Navnetewî Plana Sûrîya Piştî Esed Bike


Wezîra Derve ya Amerîka Hillary Clinton dibêje Sûrîyê nikare bibe aştîyane, aram û demokrat madem Beşar Esed serok e.

Di axaftina wê bo rojnamevanan de roja Pêncşemê li Stenbolê, Clinton got ku Esed tundûtûjî û ne rastîya xwe duqat kiriye, û êdî dem hatiye ku civaka navnetewî plana Sûrîya piştî Esed bikin.

Ev şiroveyên Clinton hatin dan li dema ku nûnerê navnetewî Kofî Annan xwe amade dike axaftinekê derbarê Sûrîyê pêşkêşî Civata Ewlekarîyê ya NY û Encûmena Giştî bike.

Li alîyê din çalakvan dibêjin komkujîyeke nû ji alîyê hêzên ewlekarîyê û mîlîtanên hikûmetê ve li parêzgeha Hema pêk hatiye.

Çalakvan radigihîn ku 78 kes roja Çarşemê hatin kuştin ku jin û zarok di nav wan de hebûn. Wan herwiha gotin, hin kuştîyên li gundê Qibêr û Mezarif bi kêran hatibûn kuştin û bi kêmanî 12 term hatibûn şewitandin.

Çavdêrîya Mafên Mirovan ya Sûrîyê got, Şebîhayên çekdar bi tifing û kêrên xwe ev êrîş pêk anîn, piştî ku hêzên artêşê dever bombebaran kirin.

XS
SM
MD
LG