Reuters’ê îro Sêşemê ragihand ku hêzên Îraqî, kontrola bîrên petrolê yên li Bay Hasan û Avana bi dest xistine.
Bay Hasan û Avana li bakurê rojavayê Kerkûkê ne. Hêzên ewlekarîya Îraqê dîyar kir ku hêzên pêşmerge ji wê herêmê hatine derxistin.
Hêzên Îraqî li Dîbîs ya bi petrolê dewlemend e pêşde diçin. Serokwezîrê Îraqê Heyder Abadî ferman dabû artêşê ku wê herêma petrolê bistînin.
Herêma bîrên petrolê yên Dîbîs jî, di navbera Bexda û Herêma Kurdistana Îraqê de herêmeke nakok e.