Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Xwendekar Û Pirsgirêka Menhecê Dibistanan li Herêmên Sûriyê


Dibisan li Bakur Û Rojhilatê Sûriyê
Dibisan li Bakur Û Rojhilatê Sûriyê

Jiber ne yekbûna metriyalên xwendinê li bakur û rojhilata Sûriyê xwendekar neçar dibin biçin navçeyên dibin desthilatdariya rejîma Sûriyê de ezmûnên xwe pêşkêş bikin.

Li Bakur û Rojhilata Sûriyê gelek metiriyalên xwendinê tên xwendin, ku li her herêmekê ji herêmên Rêveberiya Xweser metiryalê xwendinê ji yên herêmên din cûda ye.

Li herêma Fûratê û Cezîrê metriyalê Rêveberiya Xweser yekbûyî ye bi herdû zimanan Erebî û Kurdî tê xwendin, li herêma Minbijê metiriyalê rejîma Sûrî tê xwendin, li Reqa,Tebqa û Dêrezorê metiriyalê UNICEF tê xwendin lê rejîma Sûrî ji bilî metriyalê xwe bi tu bawernameyan pênasîn nake.

Hevserokê Komîta perwerdê û Fêrbûnê di Encûmana Reqa sivîl de Xelef Meter
Hevserokê Komîta perwerdê û Fêrbûnê di Encûmana Reqa sivîl de Xelef Meter

Hevserokê Komîta perwerdê û Fêrbûnê di Encûmana Reqa sivîl de Xelef Meter li ser sedema xwendekar diçin ezmûnan li navçeyên rejîma Sûrî pêşkêşdikinaxivî û got ji ber li Bakur û Rojhilata Sûriyê metriyal ne yekbûyî ye metriyalê UNICEF tê xwendin .

Di heman demê de û di heman dibistanên xwendekarên Ereb metiriyalê UNICEF dixwînin xwendekarên Kurd metriyalê Rêveberiya Xweser bi Zimanê Kurdî dixwînin û dê li bajarê Reqa ezmûnên xwe pêkêş bikin lê bê ew dikaribin li zanîngeh û peymangehên dibin desthilatdariya rejîma Sûrî de bixwînin .

Cîgira hevseroketiya Komîta Perwerdê û Fêrbûnê Fatma Bozan ji Dengê Amerîka eşkere kir ku bi tenê xwendekarên metiriyalê rejîmê dixwînin diçin navçeya Rejîmê Sûrî ezmûnan pêşkêş dikin .

Hêjayî balkişandinê ye ku hemû zanîngeh û peymangehên li navçeya Rêveberiya Xweser xwendekarên refa amadeyî derbas kirî û bawername ji dibistanên rejîma Sûrî wergirtî pêşwaz dike ku berevacî vê yekê rejîma Sûrî xwendekarên bawername ji dibistanên Rêveberiya Xweser wergirtî pêşwaznake .

Raporta Req 19 06 2021
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:52 0:00

XS
SM
MD
LG