Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dibistanên New Yorkê di 7'ê Berfanbarê de Jinûve Vedibin


New York, ku bajarê herî mezin yê Amerîka ye, di 7’ê Berfanbarê de dibistanan jinûve vedike.

Bajarvanê New Yorkê Bill de Blasio dîyar kir ku zarokên ku dê û bavên wan bo testê destûrê didin, dikarin herin dibistanê.

Dibistanên li New Yorkê bi qasî du hefteyên berê jiber zêdebûna şewba vîrusa korona hatibûn girtin.

De Blasio da zanîn ku ew bi tedbîrên nû dibistanan vedikin û got ku ew êdî çêtir dizanin ku dibistan çawa ewle dibin.

Serokê Federasyona Mamosteyan Michael Mulgrew got ku heta ku testên mecbûrî bidomin ewê piştgirîya helwesta De Blasio bikin.

Li dibistanên dewletê yên li New Yorkê 1.1 mîlyon xwendekar dixwînin.

XS
SM
MD
LG