Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Helwesta Partiya Çep ya Alman "Die Linke" li Hember Kurdan


Faysal Dagli

Partiya Çep ya Alman (Die Linke) yek ji partiyên Almanya yên ku endamên wê ketine di parlamena Yekêtiya Ewrûpa, Parlamena Almanya û yên Eyaletan de. Hejmarek zêde ya Kurdên li Almanya dijîn û welatiyên wê derê ne bûne endam û di wê partiyê de çalakin.

Siyasetvana Kurd-Alman Feleknas Uca li ser navê Die Linke, di navbera salên 1999 – 2009an endama parlamena Ewrûpa bû.

Gelek Kurdên din li ser navê Die Linke bûne endamên parlamena eyaleta Berlin û eyaletên din, herwiha endamên Kurd ji heman partiyê di parlamena Almaniya Fedral de cî digirin.

Zêdebarî ku civaka Kurd li Almanya û Ewrûpa vê partiyê destek dikin, lê dîsan wê partiyê gelek caran helwestên negatîv li hember pirsa Kurdî nîşan dane.

Sala 2014an dema ku DAIŞê gelek herêmên Kurdan li bakurê Îraqê kontrol kir bûn û bi razîbûna parlamena wî welatî, hikûmeta Almanya çek dan Kurdan da ku xwe ji êrîşên DAIŞê biparêzin ew yek bûbû sedema nerazîbûnên partîya Çep.

Di encama serdana vê dawiyê ya wezîrê derve yê Amerîka Mike Pompeo de bo Berlin û daxwazên Amerîka ji hikûmeta Berlin ku rolê xwe li Sûriyê bihêz bike û beşdarî avakirina herêmek parastinê bike li bakur û bakurê rojhilatê Sûriyê, partiya Çep "Die Linke" nerazîbûn derbarê vê daxwaza Amerîka nîşan dan û daxûyaniyek weşand.

Di daxûyniya partiya Çep de û li ser navê Sevîm Dagdelen di hesaba wê ya Facebookê de hatiye weşandin ku hikûmeta Almanya bo razîkirina Serokê Amerîka Donald Trump dixweze hêzên zêde bişîne Sûriyê û beşdariyê di plana Amerîka de bike ya ku bi navê avakirina herêmeke bi ewle bo parastina Kurdan li Sûriy.

Die Linke, hikûmeta Berlin hişyar dike ku beşdariyê di plana AmerîKa de neke jiber ku ew dê bibe sedema parçebûna Sûriyê.

Ev mijar di bernama Hello Washington de bi Şirovekar û Rojnamevan Faysal Dagli re hat gotûbêj kirin.

Dagli da zanîn ku divê Kurd helwesta xwe ya zelal nşîa partiya Die Linke bidin. Herwiha Daglî got، partiya çepa Almanî Die Linke partiyek statoko parêze û ew herdem li aliyê kesên weke Sedam Husên, Maduro û Beşar Asad rawistaye.

please wait

No media source currently available

0:00 0:29:38 0:00

XS
SM
MD
LG