Civat bi çand û hunera xwe ava dibe û pêş dikeve, jiber ku bi hunerê nasnameya wê civakê tê dîyar kirin.
Civaka Kurdî jî bi her astê di ber xwe de dide ta ku nasnameya xwe ron û zelal bike û yek ji alavên vê xebatê, hunera Kurdî ye.
Bi ser astengîyên jîyana Kurdî û rewşa wê ya sîyasî, hunermend dîsa jî xebatên xwe berdewam dikin.
Hunermend Dijwar Ibrahîm yek ji wan hunermendan e ku bi salan xebatên xwe li ser hunera karîkatur didomîne.
Dijwar di sala 1982'an de li bajarê Hesekê ji dayik bûye. Ew ji zaroktîya xwe guhdan bi hunerê kiriye û di dîbistana seretayî de bala mal û mamostayên xwe kişandibû.
Jiber hezkirina hunerê, ew derbasî peymangeha hunerî ya Edhem Ismaîl li Şamê bû û peywendî bi hunermendên Kurd û Ereb re ava kir û beşdarî çalakîyên hunerî bû.
Dijwar jiber şerê Sûriyê di sala 2011'an de, koçberî Herêma Kurdistana Îraqê bû û heta roja îro li wir dijî.
Wî jiber xebat û berhmenên wî yên karîkatur, rastî hin gefan bû.
"Divê Kurd piştgirî bidin hunera karîkatur, jiber ku ew dijî neyarên Kurdan mîna çekekî bikêrhatiye û dikare di asta cîhanî de berevanî li doza Kurdî de bike."
Kerem kin hin berhemên Dijwar bibînin: