Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hamas Dibêje Ewê 6 Dîlên Îsraîlî ku di Nav de 4 Leşkerên Jin Roja Şemîyê Azad Bikin


Pevguhertina dîlan di navbera Îsraîl û Hemasê de
Pevguhertina dîlan di navbera Îsraîl û Hemasê de

Rêveberekê payebilind yê Hamasê got ku ewê şeş dîlên Îsraîlî roja Şemiyê bi zindî û termên çar jî roja Pêncşemê, di nav de termên malbata Bibas, ku bûne sembola êşên Îsraîlî di şer de, azad bike.

Çarenûsa Sheri Bibas û her du kurên wê yên ciwan, Ariel û Kafir, hestên bêçaretiyê nîşan dide di demekê de ku bi dehan rehîneyên din li Gazayê hêjî girtîne piştî ku di êrîşa Hamasê ya 7ê Cotmeha 2023’an li ser Îsraîlê hatin revandin.

Rêberê Hamasê Xelîl el-Haya tenê got ku "malbata Bibas" dê di nav çar terman de be ku roja Pêncşemê dê werin radestkirin.

Li gorî qonaxa yekê ya agirbesta gazayê, şeş dîlên zindî yên ku biryar e roja Şemiyê bên berdan, yên dawî ne ku serbest werin berdan. Li bendê bû ku tenê sê dîl roja Şemiyê bên berdan, lê ne diyar e çima Hamas plana xwe guhertiye.

Hemas û Îsraîl hîna dest bi danûstandinan nekirine ji bo qonaxa duyemîn a dijwartir, ku tê de Hamas dê bi dehan dîlên din yên Îsraîlî berde li beramberî agirbesteke daîmî û vekişîna hêzên Îsraîlî ji Gazayê.

Hamas radigihîne ku di nava dîlên ku roja Şemiyê dê werin berdan 4 dîlên jin hene. Ev pêngava Hamasê di wê demê de tê ku navbeynkar hêvî dikin ku ew tiştekî baştir bikin da ku bikare bibe sedema bidawîhatina şer û agirbestek mayînde çêbibe.

Grûpa mîlîtan dê roja Şemiyê Karina Ariev, Daniella Gilboa, Naama Levy û Liri Albag, hemî leşkerên jin serbest berdin, Abu Obeida, berdevkê baskê çekdarî yê Hamasê, Înîyê gotbû.

Pevguhetina dîlan di navbera Îsraîl û Hemasê de, bo sedema azadkirina hejmarek dîlên Îsrîalê li hember bi sedan girityên Filistînî ku ji alîyê Îsraîlê de digirtî bûn.

Jêed: WSJ/AP

XS
SM
MD
LG